Xanima Yekê ya Amerîka Melania Trump, 5 meh piştî serokbûna Donald Trump li Qesra Sipî bi cîh bû.
Xanim Melania, jibo kurê wê Baron xwestibû ku li New Yorkê bimîne.
Xanima Yekê barkirina xwe di ser Twitter'ê re ragihand.
"Em li vê malê bi meraq li benda jiyîna bîranînên nû ne" Xanim Melania got.
Bîragiştî ya Amerîkî mayîna Xanim Melania ya li New Yorkê rexne kiribû lê wê dîyar kiribû ku heta ku kurê wê dibistanê diqedîne ewê li wî bajarî be.