Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Meloni û Macron Dibêjin Heta Hewce Be Ewê Piştgirîya jibo Ukrayna Bidomînin


Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û Serokwezîrê Îtalya Giorgia Meloni ser piştgirîya jibo Ukrayna axifîn.

Her du rêberan dîyar kir ku wan li hev kiriye ku ewê piştgirîya jibo Ukrayna bidomînin.

Macron got ku bi taybetî êrîşên ku Ukrayna vê dawîyê dane destpê kirin divê bi bandor dewam bikin.

Wî dyar kir ku hevkarîyê wan jibo serketina Ukrayna ye.

Meloni jî got ku Fransa û Îtalya heta ku hewcedarî hebe wê piştgirîya jibo Ukrayna bidomînin.

Ukrayna di demên dawî de êrîşan dibe ser hêzên Rûsî û hin herêman ji destên wan rizgar dike.

Pisporên şer û sîyasetê dibêjin ku operasyonên dawî yên Ukrayna dikarin zorê bidin Rûsya ku ew jibo aştîyê li maseye danûstandinê rûne.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG