Partîya Memleket belgeyên Muharrem Înce yên ser vekişîna ji berbijarîya serokomarîyê dan Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK).
Bi dayîna belgeyan qonaxa fermî ya ser vekişîna ji berbijarîyê destpê kir.
Serokê Partîya Memleket Înce vekişîna do Pêncşemê ragihandibû.
Înce dîyar kiribû ser wî agahîyên sexte têne belav kirin û gotibû ku dewletê nekarîye berevanîya îtibara wî bike.
Wî dabû zanîn ku ew jiber welatê xwe ji berbijarîyê vedikişe. Sîyasetvan Înce, ku berê endama Partîya Gel ya Komarî (CHP) eşkere nekir ku ewê piştgirî bide kê.
Bi vekişîna Înce re, jibo berbijarîya serokomarîyê Kemal Kiliçdaroglu, Sînan Ogan û Recep Tayyîp Erdogan dimînin.
Tirkîye jibo hilbijartina serokomar û parlamanteran vê Yekşemê diçe ser sindoqan.
Jêder: Partîya Memleket, VOA