Amerîkî îro Yekşemê de careke din di nav bêdengiyê de bi xwendina navên navên qurbanîyan, xebata dilxwazî û bi gelek merasimên din êrîşên 11’ê Îlonê de bi bîr tînin, 21 sal piştî êrîşa terorî ya herî kujer li ser axa Amerîka.
Xizmên kesên ku di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane li qada ku 2 avahîyên Navenda Bazirganîyê ya Cîhanê li New Yorkê kom bûn, ku di 11'ê Îlona 2001'an de bi firokeyan hatibûn armanc kirin.
Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris di gel hevjînê xweDouglas Emhoff beşdarî merasîma bîranînê ya li New Yorkê bû.
Di bîranînên li New Yorkê siyasetvan naaxifin, tenê xizmên qurbanîyan navên kesên di êrîşan de hatine kuştin yek bi yek dixwinîn.
Li wezareta berevanîya Amerîka (Pentagon) ya li Washington DC jî bo biranîna salvegera 21’an ya êrîşên 11’ê Îlonê merasîmeke hat dar xistin, ku firokeke lê ketibû.
Serokê Amerîka Joe Biden, wezîrê berevanîyê Lloyd Austin, Serfermandarê Giştî Mark Milley û gelek karbidestên payebilind yên Amerîkî beşdarî merasima li Pentagonê bûn.
Serok Joe Biden di merasîmê de gotareke pêşkeş kir.
"Emê ti carî ji bîr nekin, emê dev jê bernedin, soza me ya bo pêşîgirtina êrîşek din ya dijî Amerîka bo her û her e," Biden got.
Li eyaleta Pensilvanya jî merasîma bîranînê heye, ku firokeke din ya revandî li wir ketibû xwarê.
Tê payîn ku hevjîna Serok Biden, Jill Biden jî beşdarî merasîma bîranînê ya li Pennsylvania bibe û axaftinekê bike.
Li seren serê Amerîka îro bîranînên cuda têne darxistin; nobetên mûman, konferans, civîn, pêşengeh, bûyerên dilxwazî, xwêrxwazî û merasîmên din.
Di 11 Îlonê da êrîşên terorîstî yên sala 2001’ê têne bîranîn, dema ku terorîstan firokeyên bazirganî xistin bin kontrola xwe û ew wek mûşekan bikar înan û li Navenda Bazirganiya Cîhanî ya New Yorkê, Pentagon û zeviyek Pennsylvania ketin.
Di êrîşên El Qaîde de nêzîkî 3 hezar kes mirin. Amerîka û hevalbendên wê bi destpêkirina şerê li Afganistanê bersîv dan.