Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel îro Sêşemê got ku 10 heta 40 hezar xebarkarên xwecîhî Afgan dikarin werin Almanya.
Merkel di serdana hevtayê xwe yê Avustruryayî de li Berlinê ragihand ku bi texmîna wan 10 heta 40 hezar xebatkarên ku jibo rêxistinên pêşketinê li Afganistanê dixebitin xwedî maf in ku werin Almanya.
Merkel got ku piranîya kesên ku jibo hêzên çekdar û polîsên Alman kar dikirin berê ji Afganistanê hatine derxistin, lê jiber ku alîkarîya pêşketinê ya bo Afganistanê nehatiye sekinandin, gelek xebatkarên di wî warî de dixebitin li wî welatî mane.
"Em niha li ser xebatkarên xwecîhî disekinin û ew ne 300 kes in, dibe ku ew dora 10 heta 40 hezar kes bin û emê bibînin ka çend ji wan dixwazin ji welat derkevin û çend kes naxwazin, " Merkel got.
Hêjayê bîrxistinê ye ku heya niha bi hezaran Afganî jiber tirsa tolhildana Talîbanê ji welêt revîyane.
Di nav du hefteyên borî de zêdetirî 123 hezar kes ji Kabulê bi rêka firînan ji hêla Amerîka û hevalbendên wê ve hatin derxistin, lê bi deh hezaran kesên ku di dema şer de alîkarîya dewletên Rojavayî kirin paş de mane.