Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel Rewşa Afganistanê bi Qatar Û Pakîstanê re Dinirxîne


serokwezîra Almanyayê Angela Merkel
serokwezîra Almanyayê Angela Merkel

Berdevikê serokwezîra Almanyayê Angela Merkel îro Çarşemê ragihand ku Merkel bi Emîrê Qatarê û bi Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan re,li ser rewşa Afganistanê peyivîyê.

Steffen Seibert îro di preskonfransekî de dîyar kir ku Merkel bi wan re êvara Duşemê axifîye.

Seibert da zanîn ku Merkelê bi Filippo Grandi, serokê Ajansa Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) re jî, li ser rewşa Afganîyên ku jiber Talîbanê direvin, axifîye.

Ji hejî bîrxistinê ye ku doh Sêşemê Wezîrê Almanî yê berpirs ji Avedankirinê got, Almanya alîkariyên avedankirinê ji bo Afganistanê rawestand, piştî ku Talîban vegeriya ser desthilatê.

Wezîrê Avedankirinê Gerd Mueller di hevpeyvînekê bi rojnameya 'Rheinische Post' re got, "Hevkariya welat derbarê avedankirinê niha hatiye rawestandin."

Herwiha wî got, "Em bi lez û bez dixebitin da ku em karbidestên avedankirinê yên herêmî û xebatkarên civaka sivîl NGO yên ku dixwazin derkevin ji Afganistanê derxînin."

XS
SM
MD
LG