Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel Daxwaza Lezgîn Ya 'Xebata Rizgarkirinê' ji Afganistanê Dike


Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel îro Duşemê di civînek girtî ya partîya xwe CDU Xiristiyanên Demokrat de, di derbarê rewşa li Afganistanê de fîkarên xwe anîn ziman, piştî ku Talîbanê paytext Kabul dagir kir û aştî îlan kir.

Angela Merkel ragihand ku pêwîste Almanya li ser xebatên derxistina 10.000 mirovên li Afganistanê bi sekine ku ji wan berpirsîyar e û Merkel got, "Em şahidê demên dijwar in. Divê em li ser xebatên rizgarkirinê bisekinin."

Merkel dest nîşan kir ku dibe, pêwîst be ku Almanya bi qasî 10.000 kesan ji Afganistanê derxîne, di nav de 2.500 karmendên piştgirî yên Afganî û her wiha aktîvîstên mafên mirovan, parêzer û yên din ku heke li welêt bimînin, ewê di xeterîyê de bin.

Hevdem, Angela Merkel hişyarî da ku ewê bertekên encamên şer bo demekî pir dirêj berdewam bikin.

Wê got ku divê Almanya bi welatên sînorên Afganistanê re hevkarîyê bike da ku piştgirîyê bide wan kesên ku niha ji welêt direvin "Ev mijar dê me ji bo demek pir dirêj mijûl bike," Merkel got.

Wezîra Berevanîyê Annegret Kramp-Karrenbauer di civînê de ragihand ku Almanya ji bo alîkariya derxistinê, hêzên taybet şandine Afganistanê û got ku ew ji bo hêzên Almanya "operasyoneke pir xeter" bû.

"Heya ku mimkun be, artêşa Alman dê pir mirovan ji Afganistanê derxe û pira esmanî biparêze," wê got.

Annegret Kramp-Karrenbauer da zanîn ku ev girêdayî dilxwaziya Amerîka ye, ku firokexaneyê vekirî bihêle.

Peyvdarê wezareta karên derve yê Almanya îro dîyar kir ku jibo niha ti firokeyek rizgarkirinê nikare ji Kabul bifire jiber ku mirovên bêhêvî yên ku hewl didin ku ji welat birevin, rê ya firokan girtine.

Peyvdar got ku , 40 karmendên balyozxaneya Almaniya şeva borî giheştine Duha û tenê 10 karmend li balafirgeha Kabulê mane da ku xebatên rizgarkirinê, koordîne bikin.

XS
SM
MD
LG