Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel: Divê Ewrupa Ewlehîya Xwe Bigire Destê XWe


Serokwezîra Almanya Angela Merkel piştî kombûna kêşebar ya G7 û hilcivîna NATO do Yekşemê got ku Ewrupa nema dikare bawerîya xwe bi tevahî ji hevalbendên xwe re bihêle.

Merkelê bi eşkereyî navê Serokê Amerîka Donald Trump neanî ku rexneyên tund li hevalbendên NATO kiribûn û peymana guherîna seqa ya cîhanî îmza nekiribû. Lê, wê got ku ew rojên ku Ewrupa bawerîya xwe ji yên din re bihêle êdî borîne.

"Divê em bizanin ku em mecbur in jibo siberoja xwe û çarenivîsa Ewrupa, em bi xwe şer bikin," Merkelê got.

Di hilcivîna G7 de, li Îtalya di navbera rêberên Almanî, Fransî, Brîtanî, Îtalî, Kanadî û Japonî û Trump de li ser jimareke mijarên ku ji berê de hatibûn çareser kirin, pirsgirêk derketibûn û helwesta Trump bûbû sedema nerazîbûnan.

Trump di dawîya hilcivîna G7 de hevalbedên xwe tawanbar kiribûn ku jibo berevanî bi têra xwe dirav xerc nakin û wî hişyar kiribû ku ger NATO bo sekinandina mîlîtanan pirtir tedbîran nestîne, gîng e êrîşên li Manchester dikarin zêde bin.

XS
SM
MD
LG