Serokwezîra Almanya Angela Merkel got ku kuştina Amerîkîyê Reş George Floyd, ku mirina wî ya di bin çevdêrîya polîsan de bûye sedema xwepêşandanên girseyî, tiştekî pir, pir xirab û cîhê daxê ye.
Merkel ji televîzyona ZDF re got ku ew hêvî dike ku sîyasetvanên Amerîkî bikaribin civaka xwe li hev bînin û wan aş bikin.
Wek bersîva pirseke ser Serokê Amerîka Donald Trump, Merkelê got ku ew bi hemî serokê hilbijartî yên seranser cîhanê dixebite û ew hêvîdar e ku bi Trump re aştîyê bînin welatê wî.