Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokwezîra Almanya Angela Merkel û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron bi Serokê Çînê Xi Jinping re vîdeokonferansek li dar xistine.
Reutersê dîyar kir ku dîyar kir ku rêberan ser peywendîyên Yekîtîya Ewrupa (YE) û Çînê danûstandin kirine.
Ew rêber di vîdeokonferansê de ser bazirganîya navneteweyî, berevanîya îqlimê peyivîne.
Li gor daxuyanîya ofîsa Merkel, di wê civîna onlayn de yek ji mijarên sereke jî COVID-19 bûye.
Merkel, Macron û Jinping ser hevkarîya dijî pandemîya vîrusa korona, bidestxistina vaksînan û hin mijarên din yên herêmî û navneteweyî peyivîne.