Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Angela Merkel li Mala Xwe Ket Karantînayê


Serokwezîra Almanya Angela Merkel li mala xwe ket karantînayê.

Berdevikê Hikûmeta Almanya Steffen Seibert dîyar kir ku Xanim Merkel, piştî preskonferanseke ser vîrusa korona hîn bûye ku doktorê li wê dinêre bi vîrusê ketiye û hema biryar daye ku di çavdêrîyê de bimîne.

Seibert da zanîn ku Xanim Merkel dê xebatan xwe ji malê bimeşîne.

Wî got ku Xanim Merkel dê di rojên pêş de testa vîrusa korona bike.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li Almanya bi qasî 24,000 kes bi vîrusa korona ketine.

XS
SM
MD
LG