Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel: Pêla Pêşî ya Vîrusa Korona bi Dawî Bû


Serokwezîra Almanya Angela Merkel bi serokên 16 eyaletan re bi rêka vîdeokonferansê axifî û preskonferansek li dar xist.

Merkel dîyar kir ku wan qonaxa pêşî ya şewba vîrusa korona li dû xwe hiştiye.

‘’Ew şewb dê hîn demeke dirêj di rojeva me de be.’’ Merkel got.

Wê da zanîn ku mesafeya civakî dê heta 5’ê Hezîranê bidome û got ku ewê tedbîran qonax bi qonax sist bikin.

Bi biryarên dawî yên hikûmeta Almanya, mirov dikarin li derve hevdu bibînin û bi şertê tedbîrên tund yên hîjyenê dê pirtir dikan vebin û dê di maşîneyên bo gel de herkes maskeyan bide ber rûyê xwe.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Almanya pirtir ji 167,000 kes bi vîrusa korona ketine û 7190 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG