Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel û Macron Dibêjin Metirsîya Korona Çêkiriye Didome


Serokwezîra Almanya Angela Merkel û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron bang li welatên Yekîtîya Ewrupa (YE) kirin ku dijî cureyên nû yên vîrusa korona berevanîya xwe bikin.

Merkel û Macron dîyar kirin ku divê welatên YE bo vekirina sînorên jiber vîrusa korona hatine girtin bi awayekî kordînekirî bixebitin.

Macron got gerek YE rê nede belavbûna cureyên nû yên vîrusa korona û da zanîn ku welatên yekîtîyê Brîtanya ya bi zêdebûna varyanta Delta re rûbirû maye dişopîne.

Wî di preskonferansa hevbeş ya bi Merkel re dîyar kir ku hin welatan jiber turîzmê sînorên xwe zû vekirin û da zanîn ku divê ew dijî cureyên nû yên vîrusa korona baldar bin.

Merkel jî got ku ew nikarin wek ku dawî li vîrusa korona hatiye tevbigerin.

‘’Eger ne hemî azadî bin jî bo em havîneke bi jimareke azadîyan bibînin divê em hîn jî baldar bin.’’ Merkel got.

Wê bi berdewamî ser peywendîyên YE û Rûsya jî da zanîn ku tevî hemî cudabîrîyên ser Ukrayna û pevçûnên li Sûrîyê jî divê ew bi Moskowê re dîyalogê bidomînin.

Serokwezîra Almanya hevdîtin û dîyaloga Serokê Amerîka Joe Biden û hevtayê wî yê Rûs Vladimir Putin bi bîr xist û dîyar kir ku heman dîyalog bo Ewrupa jî girîng e.

Macron jî di berdewamîya axaftina xwe de ser aborîyê peyivî dîyar kir ku ne nîqaşa ser budçeyê û pêşdeçûn bi wan gerek e.

XS
SM
MD
LG