Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji Brîtanya, Almanya, Fransa Daxuyanîya Hevbeş


Piştî kuştina generalê Îranî Qasim Silêmanî yê Hêza Qudus ya Pasdaran, hewildan û bangên dewletên Ewrupî yên jibo nermbûnê dewam dikin.

Serokên dewletên Brîtanya, Almanya û Frensa daxuyanîyek hevbeş belav kirin.

Di daxuyanîya Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, Serokwezîra Almanya Angela Merkel û Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson li Îranê bang û hişyar dikin ku berê xwe nede çalakîyên tûndîyê.

Her sê serokên Ewrûpî jibo dewamîya tekoşîna hêzên hevpeyman ya li dijî DAIŞê jî hevbir in.

Merkel, Macron û Johnson, êrîşên dawî yên li ser bingehên hevpeymanîyê jî rexne dikin.

"Em ji rola Îranê, taybet jî ji yên Hêzên Qudusê yên ku di bin kontrola Qasim Silêmanî de ye bi fikar in ku li deverê dibe sedema neyênîyan" gotin serokên Brîtanya, Fransa û Almanya.

Ew amaje dikin ku divê hemî alî bi berpirsîyarî û bi baldarî tevbigerin û hişyar dikin ku divê êdî dawî li tundîya bi berdewamî ya li Îraqê bê.

Serokên her sê dewletan hişyarî didin Îranê jî:

"Divê Îran çalakîyên ji her cûreyê tundîyê herwiha ji ceribandinên navokî xwe dûr bigre. Herwiha em li Îranê bang dikin ku li gorî Plana Berfireh û Hevbeş (JCPOA) tevbigere.

Macron, Merkel û Johnson di daxuyanîya hevbeş de bibîr dixin ku ew sadiqên serwerî û ewlehîya Îraqê ne.

Herwiha hê jî li ser teahuda xwe de bi biryar in jibo ku tekoşîna li dijî DAİŞê.

"Parastina hevpeymanîyê jibo vê tekoşînê girînge. Jiber wê em bang li Îraqê jî dikin ku piştgirîya xwe bidomîne. Jibo kêmkirina alozîya li deverê jibo aramîyê em amade ne ku di nav alîyan de diyalogê çêkin."

XS
SM
MD
LG