Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel ji Putin Xwest ku Leşkerên Ukrayna Berde


Serokwezîra Almanya Angela Merkel û Serokê Rûsya Vladimir Putin bi rêka telefonê ser alozîya di navbera Rûsya û Ukrayna de axifîn.

Berdevkê Hikûmeta Almanya Steffen Seibert dîyar kir ku Merkel ji Putin xwestiye ku 24 leşkerên Ukrayna yên li Moskowê girtî ne werin berdan û trafîka derya ya li Tengava Kerçê bêkêşe bidome.

Nûnerên rêberên Almanya, Fransa, Rûsya û Ukrayna bo alozîya di navbera Rûsya û Ukrayna de biaxifin dê li Berlînê kom bibin.

Merkel, piştî Hilcivîna G20 ya li Arjantînê dabû zanîn ku ew dê bo çareserkirina kêşeya Rûsya û Ukrayna dest bi navbeynkarîyê bike.

Di dawîya meha Mijdarê de Rûsya li Derya Reş dest danîbû ser sê gemîyên Ukrayna û 24 leşkerên wê girtibûn.

XS
SM
MD
LG