Serokwezîra Almanya Angela Merkel îro Pêncşemê da zanîn ku Yekîtîya Ewrupa (YE) divê bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re peywendîyeke rastexwe çêke.
Merkel da zanîn ku bo pêşdebirina peywendîyên Putin û YE divê danûstandin rastexwe hebin.
Xanim Merkel ew axaftin li civata jêrîn ya meclîsa federal kir.
‘’Li gor min, wek YE divê em jî bi Rûsya û serokê wê re peywendîyeke rastexwe çêkin.’’ Merkel got.
Wê da zanîn ku axaftina serokên Amerîka û Rûsya rind e lê ne bes e û dîyar kir ku divê bo YE û Rûsya jî forumên dîyalogê werin çêkirin.
Almanya di meha Îlonê de hilbijartinên nû li dar dixe û Merkel nabe berbijar.