Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel Dibêje Ew bo Naskirina Talîbanê Ne Hazir In


Serokwezîra Almanya Angela Merkel dîyar kir ku Berlîn hîn ne hazir e ku Talîbanê wek hikûmeta Afganistanê nas bike.

Merkel da zanîn ku Talîbanê wekhevîyên ji wê tên xwestin nexistine merîyetê, lê careke din got ku ewê 600 mîlyon euro alîkarî bidin Afganistanê.

Xanim Merkel piştî hilcivîna G20 dîyar kir ku rêberên wê komê dixwazin ku bo sazîyên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên bo alîkarîya mirovî dixebitin destûreke tam were dayîn.

Wê di proskonferansa li Berlînê de da zanîn ku ew dixwazin ku sazîyên NY bo alîkarîyên mirovî bikaribin serbest bixebitin.

XS
SM
MD
LG