Rojnamevana girtî ya Alman Meşale Tolu ku bi îdiaya endambûna rêxistineke terorîst û belavkirina propogandaya terorîstî dihat tawanbar kirin, îro Duşemê hate berdan.
Ajansa Reuters radigihîne ku ligel Tolu, 5 kesên din jî hatin azad kirin ku bi heman îdîa dihatin tawanbar kirin.
Doza hember Tolu yek ji xalên girîng ya xirabtirbûna peywendîyên navbera Tirkîyê û Almanya bû û Berlînê gelek caran azadkirina Tolu xwestibû.