Berî çend rojan konferansek li Parîs'ê hate kirin ku li ser rewşa Kurdên Sûrîyê bû. Ew konferansa ku ji alîyê Ensîtuya Kurdî ya Parîs'ê û Zanîngeha Columbia ya Amerîkî ve hate kirin de gelek babet hatine gotûbêj kirin.
Rojnamevan Mesud Hamîd ku li Fransa'yê dijî ew konferas ji nêzîk ve şopand û ji guhdarên Amerîkî re agahî û çavdêrîyên xwe parve kir.
Birêz Hamîd dibêje, tiştekî balkêş bû ku Desteya Bilind a Kurd ji konferansê re nehatibûn vexwandin. Lê, hin endamên wê desteyê li ser navên xwe beştarî li konferansê dikirin.
Mesud Hamîd herwiha dibêje, PYD û hêza wê ya leşkerî rastîyeke Rojava ye û divê her kes vê yekê qebûl bike.
Kerem kin bi lînka jêrîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.