Dadgeheke Tirk îro Pêncşemê nêzî neh sal cezayê zindanê li xebatkarekî konsulxaneya Amerîkî ya li Stenbolê, Metîn Topuz birî.
Dadgehê bi sedema ku Topuz alîkarîya rêxistineke terorîst kiriye ew biryar da, lê Amerîka vê yekê îdiayeke bêbingeh nirxand.
Dadgehkirina Topuz di navbera Tirkîyê û Amerîka de, ku jî her du jî hevbendên NATOyê ne, bûye sedema alozîyên kûr û Washingtonê daxwaza berdana Topuz kiribû.
Enqere îdia dike ku Topuz ew endamê tora Fetullah Gulen e ku hikûmeta Tirk wek plankara darbeya leşkerî ya 2016’an dibîne.
Amerîka ser girtina Topuz di meha Cotmeha 2017’an de, bi demekê karên vîza li mîsyonên dîplomatîk yên li Tirkîyê rawestandibû.
Balyozxaneya Amerîkî ya li Enqerê ser biraya dijî Topuz ji ser Twitterê nerazîbûna ragihand û got ku ew bi mehkûmkirina Topuz gelek xeyalşikestî bûye.