Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Niha jî Konsera Metîn-Kemal Kahraman jî Hat Qedexe Kirin


Metin and Kemal Kahraman
Metin and Kemal Kahraman

Li Tirkîyê di nava hefteyekê de hejmarake konser û şanoyên bi zimanê Kurdî hatin qedexe kirin.

Konsera Aynur Dogan, ku li ber bû di 20’ê Gulanê de pêk bihata, ji alîyê bajarvanîya Derînce ya Kocaelî ve hat betal kirin.

Bajarvanîya bin kontrola Partîya Dad û Pêşvebirînê (AKP) wek sedema betal kirine got ku wan di encama lêkolînek berfireh de bîryar daye ku ew konser ne hewce ye.

Dîsa li Kocaelî, ji alîyê bajarvanîya Çayirova yê ve lîstoka Kurdî ya bi navê ‘Don Kîxot’ ya şanoya Amedê hat beltal kirin.

Do jî hunermend Metîn û Kemal Kahraman bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku Walîtîya Mûşê derheqa konsera wan biryara xedexeyê daye, lê heta niha ji bîragiştî re serdema qedexekirinê eşkere nekiriye.

Kemal Kahraman da zanîn ku wan jibo danasîna albûma xwe ya nû destbi gera hejmarek bajaran kiribûn,lê konsera wan ya Mûşê hat betal kirin.

“Me bi navê Sûmbûlteber albûmeke nû derxist. Me xwest li Mûş, Êlih, Amed, Mêrdîn, Ruha, Mêrsîn û Edene yê bi konsertan albûma xwe ya nû bidin nasîn. Lê Walîtîya Mûşê konsera me bê sedem qedexe kir. Em hin jî nizanin ku çîma konsera me hatiye qedexe kirin.”

Kahraman dibêje ku êdî qedexe û belatkirina konseran bûye tiştek ji rêzê jiber ku desthilatê pêvajoke nû daye destpê kirin ku temenê xwe dirêj bike.

“Desthilat jibo binketina xwe veşere û xwe bi hêz nîşan bide qedexe û astengîyan zêde dike. Herwiha dixwaze nîşanî bîragiştî bide ku ew bi hêsanî dest ji desthilatê bernade. Dibe ku ew bi vê yêkê dixwazin girjî derxin û hilbijartinê paşve bixin. Lê em hunermend û rewşenbîr dê hevgirtina xwe xurt bikin û li hember vê rewşê bisekinin.”

Ji alîyê din ve rêvebirê Navenda Çand û Hunera Aryenê, Kemal Yildirim ku bernameyên wan jî pir caran rastî astengîyan tê, got ku divê hunermendên Kurd yekîtîya xwe xurt bikin.

“Ev mijar ne tenê ya îro ye, bi salan e ser hunera Kurdî qedexeyên pir mezin hene. Jiber ve hewce ye hunermendên Kurd li hember van berxwe bidin. Ji bîlî vê çareserî nabe,” Yildirim got.

Hêjayî gotinê ye îro serokê Partîya Tevgera Nijadperest (MHP) Devlet Bahçelî, ku şîrîka desthilata AKP’ê ye, qedexekirina konseran parast û îdia kir ku ew li hember piştgirî dayîna terorîzmê ne.

AA_17_06_22_Konsera Metîn-Kemal Kahraman
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:39 0:00
XS
SM
MD
LG