Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Meteorolojîya Tirkîyê jibo Herêma Erdhejê Hişyarîya Bahozan Dide


Navenda Giştî Meteorolojîyê (MGM) ya Tirkîyê ser herêmên erdhejê hişyarîya ba û bahozan da.

MGM dîyar kir ku çaverê ye sibê Înê li Hatay, Mereş, Entab, Meletî û Elezîz û Semsûrê bayên bi hêz û bahozên kindemî çêbin.

Wê navendê dîyar kir ku jiber ba û bahozan dibe çadir bifirin û ji hemwelatîyan xwest ku bi tedbîr bin.

Piştî erdhejên Mereşê yên 6’ê Sibatê, ku bandor li 10 bajarên li dora xwe kiribû, li Riha û Semsûrê lehî rabûbû.

Jiber lehîyê li Riha û Semsûrê pirtir ji 20 kesan canên xwe ji dest dabûn.

Jêder: NTV

XS
SM
MD
LG