Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavuşoglu: Emê bi Asad re Karbikin Dema di Hilbijartinan de Serkeve


Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu
Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu Sêşemê li Duha di konferansekê de got, dema ku serokê Sûrî Beşar al Asad di hilbijartinên demokratîk de biserkeve emê pê re kar bikîn.

Tirkiye piştevana herî li pêşe ya hêzên opzisyona Sûrîye yên li dij rejîma Asad zêdetrî 7 slane şerê çekdarî dikin û bi sed hezaran kes hatine kuştin û mîlyonan kes derbeder bûne.

Rejîma Asad û malabata wî nêzîkî 50 salane li ser desthilatê ye li Sûriyê, bi rêya hêzên leşkerî desthilata xwe bi ser gelê wî welatî de sepandiye. Îran û Rûsya piştevaniya rejîma Asad dikin. Lê hêjî hin herêm li Sûriyê ji derveyî kontrola rejîma Dîmeşqê dane, hin herêmên bakur li jêr kontrola opozsyona dane ku Tirkiye piştevaniya wan dike û herêmên rojhilat jî li jêr kontrola Kurdan e ku Amerîka piştevaniya wan dike.

Çavuşoglu dîsan got, ew weha difikirin ku serokê Amerîka Donald Trump lêkolîn dike û dixwaze ji Sûriyê derkeve.

XS
SM
MD
LG