Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatê Meksîk Rastî Erdhejeka Nû Tê


Erdhejeka din a bihêz îro Şemiyê li Meksîk rûda, piştî du erhejên vê dawiyê ku nêzîkî 400 kes kuştin.

Navenda Erdnasîn a Amerîkî dibêje erdheja nû bi pileya 6.1 bû û navenda wê li wîlayeta Owaksaka ya başûrê welêt bû, ku 360 kîlometir li başûrê rojhilata bajarê Meksîko ye.

Bajarê Meksîko roja sêşemê rastî erdhejeka pile 7.1 hat û di encamê de bi kêmanî 295 kes hatin kuştin.

Berpirs dibêjin li bajarê Meksîko xelkê hest bi erdheja îro Şemiyê kir.

Hîn çi agahî li dor ziyan, birîndar û kuştiyan nehatine ragihandin.

Ajansa Meksîk a karesatan got erdheja îro ew bermaya erdheja pile 8.1 e, ku roja 7 mehê li qeraxa başûr ê welêt rû da û nêzîkî 100 kesî kuşt

XS
SM
MD
LG