Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Pirtûkxaneyeke New Mexico Êrîşa Çekdarî li Dar Ket


Ajansa Reuters'ê ragihand ku di êrîşeke çekdarî de, 2 kes li pirtûkxaneyeke eyaleta New Mexico ya Amerîka hatin kuştin, 4 kesên din jî birîndar bûn.

Polîsan avahîya pirtûkxaneyê dorpêç kir û êrîşvan piştî demjimêrekê radest bû.

Dîdevanên bûyerê dîyar kir ku êrîşvan berê gule ber bi esmên reşandine.

Bajarvanê Clovisê David Lansford da zanîn ku bi saya lezgînîya polîsan, rê li ber rewşeke xirabtir hatiye girtin.

Lansford ser êrîşê got ku "trajîk e û bêmane ye"

Hîn nayê zanîn ku êrîş jiber çi li dar ketiye.

XS
SM
MD
LG