Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nêçîrvan Mehmûd: Ti Kesek bi Navê Dr. Husên li Kampa Mexmûr Nehatiye Kuştin


Kampa Mexmûr ya Penaberan
Kampa Mexmûr ya Penaberan

Roja Şemiyê Tirkiyê êrîşeke esmanî bi riya firokeke bê firokevan kirbû ser kamap Mexmûr ya penaberan li Îraqê, Nûnera Amerîka li Netewên Yekbûyî Balyoz Linda Thomas-Greenfield di twîteke xwe da gotbû wan ji Tirkiyê re gotiye êrîşa li dij kampa penaberan ya Mexmûr binpêkirina qanûna navnetrewî û ya mafên mirove.

Lê dîsan Tirkiyê êrîş encam da û dibêje ew kamp bûye sitargeha vehewandina çekdaran, hin çavkaniyan ragihand ku 3 kes di wê êrîşê de hatine kuştin.

Nêçîrvan Mehmûd Huseyin endamê komîta dîplomasî yê kampa Mexmûr yan jî kampa Şehîd Rûstem di hevpeyvînekê de bo pişka Kurdî ya Dengê Amerîka dibêje "Roja Şemiyê dewrûberên demjimêr 1:55 – 2:00 êrîş pêkhatiye û ti ziyaneke giyanî çê nebûye, wêne û belge hene, her ji destpêkê me bang li hêzên Îraqê kir ku bên lêkolîna bûyerê bikin, lê di demjimêrên pêşî de nehatin."

îdiaya Erdogan ya kuştina kesekî bi navê Dr. Husên li kampa Mexmûr neraste
Nêçîrvan Mehmûd Endamê Komîta Dîplomasî ya Kampa Mexmûr

Nêçîrvan Mehmûd dibêje, şûn de hêzên Îraqê hatin ciyê bûyerê lêkolîn encam dan, lê encamên lêkolîna wan hêj nehatiye eşkere kirin. Û dibêje ew ciyê êrîş lê pêkhatî, meydana yarîgeha dibistanekê ye û meydanek firehe.

Nêçîrvan dîsan dibêje, perçeyên mûşekê her hemû hene û belgene ku rastiya bûyerê zelal dikin "Ciyê ku hatî bombebaran kirin, her weha teseduf nebû, belkî wan ew cî hilbijartîye û meydana lîstikên zarokane û ciyê perwerdeya wane." Nîçîrvan îşaretê pê dide û dibêje"xweşbexane di dema êrîşê de ti zarok li wê derê nebûn."

Îro Yekşemê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di platforma mediya civakî twîterê de gotîye"Selman Bozqîr ku weke Dr. Husên tê naskirin û berpirsê giştî yê Partiya Karkerên Kurdistan PKKê bû li kampa Mexmûr di êrîşê de hatiye kuştin."

Perçeyên bomebeya êrîşa Tirkiyê li dij kampa Mexmûr roja Şemiyê 5ê Hezîranê 2021ê
Perçeyên bomebeya êrîşa Tirkiyê li dij kampa Mexmûr roja Şemiyê 5ê Hezîranê 2021ê

Nêçîrvan Mehmûd di hevpeyvîna li gel Janî Dîlan de dibîje "Ti kesek bi navê Dr. Husên di vê kampê de nebûne û îdiya Erdogan neraste, ev jî beşeke ji pilan û siyaseta Erdogan bo dagîr kirina Kurdistanê." Ewa ku li herêma Kurdistanê çê dibe ti têkiliya wê bi kampa Mexmûrê ve nîner, weke Nêçîrvan dibêje.

Nêçîrvan Mehmûd, endamê komîta dîplomasî ya kampê dibêje "raste êrîş hatiye kirin û û dîr nîne dîsan êrîş bikin, lê emê îrada xwe radestî dewleta Tirk nekin."

Hevpeyvîn bi Nêçîrvan Mehmûd re
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:34 0:00

XS
SM
MD
LG