Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrya Demoqratîk Mezlûm Ebdî, roja Yekşemê ji Ajansa Reuters'ê re got ku hêzên wan (HSD) yên ku Amerîka piştgirîya wan dike bi leşkerên hikûmeta Sûrî re di nava hevakiyê de ne, ji bo bersivdana her dagîrkariyeke Tirkîyê li bakurê Sûrîyê, Wî her wiha got ku divê Şam sîstema xwe ya parastina esmanî li dijî firokên Tirkîyê bikar bîne.
Enqere rijde ku êrîşî beşek ji Bakurê Sûriyê ya di bin kontrola hêzên Sûriya demokratîk de ye bike, ku koalîsyoneke bi pêşengiya Kurdan, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Sûriyê birêve dibe.
Gefên nû yên Tirkiyê bal kişand ser tora aloziyên li bakurê Sûriyê heyî, di heman demê de Tirkiyê (YPG) weke rêxistineke terrorist binav dike, lê ew hêzên Kurdan ji aliyê Washingtonê ve tên destekkirin û her weha ew hêzên kurdan bi hikûmeta Sûriyê û Rûsyayê re di nava hevakiyan de ne.
Îro Yekşemê fermandarê HSDê Mezlûm Kobanî ragihand ku hêzên wan ji bo rûbirûbûna Tirkiyê bi leşkerên Sûrî re "vekirî" ne, lê wî got ku pêwîstî bi anîna hêzên zêdertir nake.
Kobanî di hevpeyvîneke telefonî de li cîhekî ne eşkerekirî li bakurê Sûriyê got ku karê serekî yê artêşa Sûrî dikare bo berevanîkirina axa xwe bike ew e ku sîstema berevaniya esmanî li dijî firokeyên Tirkiyê bikar bîne.
Sûrîya Tirkiyê wekî hêzeke dagîrker dibîne û wezareta derve ya wî welatî li meha borî ji Şamê ragihand ku her êrîşeke nû ya Tirkîyê "tawana şer û tawanên dijî mirovahîyê" ne.
Tirkiye bi piştgîriya çekdarên girêdayî wê li dijî Sûriyê şer dike, di şer û pevçûnên li dijî hêzên Serokê Sûriyeyê Beşar Esed bikar tîne, balefirên şer û firokeyên bê firokevan bo armanc kirina deverên di bin kontrola hêzên HSDê de bikar tîne. Deverên ku desthilata Kurdên Sûriyeyê lê heye, cûdaye ji ji rewşa desthilata ku hikûmeta Dîmeşqê pêk tîne.
Mezlûm Ebdî got, hevkariya leşkerî ya mezintir bi Şamê re dê desthilatdariya me ya nîv serbixwe tehdît neke û got ku karê me yê pêşî parastina xaka Sûriyê ye û divê tu kes nefikire ku ji bo berjewendiya xwe sûdê ji rewşê bibîne.
Serokê AKP'ê Tayîb Erdogan soz da ku dê bajarokên Til Refaat û Minbicê yên parêzgeha Helebê ya Bakurê Sûriyeyê ku di bin serweriya hêzên Sûriya Demokratîk de ne bi êrîş bike û wan bidest bixe.
Kobanî her wiha destnîşan kir ku êrîşa nû ya Tirkiyeyê wê bi qasî mîlyonek penaberan ji cih û warên wan koçber bike û herêm pêtir dê ne aram be.
Her wiha hişyarî da ku ev êrîş dibe sedema vejandina DAIŞ'ê ku hêzên Sûriya Demokratîk bi desteka hewayî ya Amerîkayê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dûr xistiye.
Çervanên HSD'ê nobedariya kamp û zîndanên ku çekdarên DAIŞê û malbatên DAIŞê lê girtî ne diparêzin û ji nû ve meşxûl kirina şervan û zêrevanên DAIŞê bi opreasyoneke nû ya tirkiyê dê valhiyek ewlekariyê peyda bike û bibe sedema car din girtîyên DAIŞê ji zîndana birevin.
Mezlûm Kobanî got, ku em nikarin di heman demê de ji du aliyan şer bikin û destnîşan kir ku ew hêvî dike civîna bê ya di navbera wezîrên karên derve yên Rûsya û Tirkiyeyê de aloziyan kêm bike, lê wî got her çareserîyek jibo danûstandinan divê rawestandina êrîşên firokên bê firokevan yên Tirkîyê li dij rojhilat û bakurê Sûrîyê tê de be û got ev yek dê ji daxwazên me yên sereke be.
Di çend rojên derbasbûyî de Erdogan ragihandibû ku Tirkiye dê leşkerkêşiyek din pêk bîne li dij şervanên Kurd li Sûriyê bi armanca avakirina herêmeke aram bi firehîya 30 kîlometran di nav axa Sûriyê de.