Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mazlûm-Der: Herî Kêm 203 Kes li Cizîrê Hatin Kuştin


Piştî qedexeya yekê bajarê Cizîr
Piştî qedexeya yekê bajarê Cizîr

Komeleya Piştigiriya Mazlûmanan (Mazlum-Der) piştî qedexeya derketina derve ya li ser Cizîrê raportek amade kir û ragihand ku li wî bajarî, herî kêm 203 kes hatine kuştin.

Heyeta Mazlum-Derê ku ji parêzer, civaknas û derûnînasan pêk dihat, sê rojan li Cizîrê çavdêrîyê kirin û li gor wê çavdêrîyê raportek amade kirin.

Li gor raportê, di navbera 14’ê Kanûnê û 2’yê Adarê li Cizîrê qedexeya derketina derve pêk hat. Piştî vê yekê polîsan û tîmên teybet dest bi êrîşê kir û welatîyan qetil kirin.

Piştî qedexeyê, heyeta Mazlum-Der’ê sê roj çavdêrî kirin û ragihandin ku hejmara kuştîyan 203 kes in, lê dibe ku ev hejmar bigiheje 266’an.

Sazîyên wek Mazlum-Der, piştî belavkirina raportên xwe, ji alîyê Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ve bi tundî hatin rexne kirin.

Mazlum-Der raporta xwe de bal kişandibû li ser giranîya lêpirsînên edlî û idarî û herwiha eşkere kiribû ku eger bi vî awayî biçe, dê rayedarên wan gilîdar bin.

Raporta zozan Yeşar
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:30 0:00

XS
SM
MD
LG