Vekolêr hewil didin ku dîyar bikin perçeya firokekê hate dîtin, ya firoka MH370 ya Malezî ye ku di Adara 2014'an de hinda bibû.
Perçeya ku bi qasî du metre dirêj e, dişibe baska firokê, li plajeke Grava Reunion ya nêzîkî Madakasgar hate dîtin. Ew cîh pirtir jî 3,500 kîlometre dûrî xala dawî ya ku agahî ji firoka Boeing 777 hatibû wergirtin.
Karbidestên Fransî dibêjin, ew vekolîna xwe didomînin, lê hîn pir zû ye ku mirov bîje perça ya firoka Malezî ye.