Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

McConnel Ser Biryara Tawanbarkirina Trump Demokratan Rexne Dike


Rêberê Piranîya Komarî yê Civata Senatoran Mitch McConnel îro Pêncşemê got ku peyvajoya împîçkirina Serok Donald Trump di dîrokê de prosesa herî lezkirî, herî ne rekûpêk û herî ne dadmend e.

McConnell di axaftina li Civata Senatoran de got ku tawanên ku Civata Nûneran dijî Trump anîne, ji yên carên berê gelek cudatir in.

Wî Demokrat tawanbar kirin ku rê li ber destpêkirina qonaxa duyê ya împîçkirinê digirin.

“Daxwaza Rêberê Kêmanîya Demokrat Chuck Schumer ya anîna dîdevanan û belgeyên nû ji rûniştinên Civata Senatoran re, rêbazeke nû ya pêşîgirtina Senato ye û jinûve çêkirina şaşitîyên Demokratên Civata Nûneran e.”

McConnell herwiha Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi jî rexne kir ku naxwaze biryara împîçkirinê ya Civata Nûneran demûdest bişîne Civata Senatoran.

Li gor qanûnên Amerîkî, divê Seroktîya Civata Nûneran daxwaza darizandina serokê/a împîçkirî bişîne Civata Senatoran û ew jî di bin çavdêrîya Serdadwerê Dadgeha Bilind ya Amerîkî de, rûniştinên dozên împîçkirinê yên hember serok bi rêve bibe.

Piştî darizandinê, Civata Senatoran di rûniştineke taybet de mijarê gotûbêj dike ku piştgirîya biryara Civata Nûneran bike yan ne.

Senator, dû re di rûniştineke vekirî debiryar didin ku serok ji kar were dûrxistin yan ne, lê jiber ku endamên partîya Trump piranîya beşa jorîn ya Kongresê kontrol dikin, ne çaverê ye ku biryareke dijî Trump bide.

XS
SM
MD
LG