Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hewildanên Rizgarkirina Qurbanîyên Avahîya Miami Didomin


Tîmên rizgarkirinê lêgerîna li avahiyê hilweşyayî yê Miami didomînin
Tîmên rizgarkirinê lêgerîna li avahiyê hilweşyayî yê Miami didomînin

Hewildanên rizgarkirina qurbanîyan li bajare Surfside ya başûre Florida ev penç roj in didomin, pişti hilweşana avahîyekê 12 qatî li roja Pençsêma borî.

Tîma rizgarkirinê îro Dûşemê gotin ku ew hêjî dikarin mirovan ji binê avahîyê rizgar bikin ku ew jî hêvîya malbatên qurbanîyan mezin dike, tevî ku heta niha kesek sax ji roja bûyerê û vir ve nehatîye derxistin.

Heta niha 10 kesan jiyana xwe winda kirine û 150 kesen din ji hê di bin avahîya hilweşyayî de windane.

Rêvebirê tîma rizgarkirinê Andy Alvarez got ew hewil didin ku cîhên vala bibinîn ku tunel vekin da ku qurbanîyan rizgar bikin "Me kari ku tuneleke wekîn û hevî dikin ku mizginîyekê baş bidin xelkê" got Alvarez.

Avahîya 12 katan çend roj berîya mûhleta jinûvekirinê hilweşandîye ku hejayi gotiniyê ku divîya ku ew jinûvekirin sê salan paş de çûye.

Bi jimarekê mezin ya mirov hê jî winda ne. Şaredara Miami Dade Daniella Levine Cava di preskonferanskê de got karbidest bi malbatên qurbanîyan re raste rast iaxivin, ku heta niha bi hêvîyekê mezin li benda heskiriyên xwe ne, ku xebereke xweş bibîhîzin.

Roja Yekşemê, Şaredarê bajarê Surfside Charles Burkett li ser televîzyona ABC axivî ku hêvîya xelke zindî bike "Em bi şev û roj di 24 demjimêran de kar dikin. Em nasekînin. Tiştekê din, di hisê me de nîne. Em bi tenê dixwazin malbatên wan, ji binê avahîya hilweşandî derxin" şaredarê Surfside Burkett got.

Hewildanên tîma rizgarkirinê ji ber agirekê li cihê bûyerê piçekî hatibu ragirtin. Ji ber wê yekê rexne li wan hat kirin. Li nêzîkî avahîya hilwesandî, xelk qurbanîyan bî bir dixin, nav û weneyên kesen ku he winda ne, hildidin.

Dapîra Mikel Noriega yek ji wan qurbanîyan e, ew naxwaze hêvîya xwe winda bike û dibêje "Ev bi rojane, em di vî halê dane. Birastî, em nizanin çi li pês me ye. Lê ez dikarim bêjim, em pir bi hevî ne. Em dûa dikin".

Di demekê de ku hewldanên rizgarkirina qurbanîyan berdevam dike, xelk bi piştevanîya navnetewî tên hembez kirin. Li dêra Archdiocese ya Miami yê de ji bo malbatên qurbanîyan merasîm hat çekirin, ji bo qurbanîyan dûa hat kirin.

XS
SM
MD
LG