Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Çarşemê ragihand ku Serokê Konseya Ewrupa Charles Michel serdana Kîev ya paytexta Ukrayna kiriye.
Reutersê da zanîn ku ew serdan bi awayekî surprîz çêbûye.
Michel serdana xwe ya Kîevê ji Twitterê ragihand. Wî tevî wêneyekî ji rawestgeheke trenê dîyar kir ku ew li Kîevê ye.
Serokê Konseya Ewrupa da zanîn ku ew li navenda parzemîna azad û demokratîk e.
Rêberên Ewrupî bo dijî Rûsya piştgirîyên xwe yên bo Ukrayna nîşan bidin serdana Kîevê dikin.
Berî Michel, Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen jî di nav de jimareke rêberên Ewrupî bo piştgirîyên xwe yên bo Ukrayna nîşan bidin serdana wî welatî kiribûn.
Çaverê ye di rojên pêş de Serokwezîrê Îspanya Pedro Sanchez jî serdana Kîevê bike.