Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Konseya YE'ê Charles Michel Banga Konferanseke Ser Vîrusa Korona Dike


Charles Michel bi rêberên Ewrupî re
Charles Michel bi rêberên Ewrupî re

Serokê Konseya Yekîtîya Ewrupa (YE) Charles Michel ji Twitterê banga vîdeo konferanseke ser vîrusa korona kir.

Michel dîyar kir ku wî ji rêberên yekîtîyê xwestiye ku ew di 29’ê Cotmehê de bicivin.

‘’Divê em di têkoşîna dijî vîrusa korona de hewildanên xwe yên komî xurttir bikin.’’ Michel nivîsî.

Hejmara pêketinên vîrusa korona yên rojane yên li Ewrupa jinûve rekorê dişikîne.

Li Îtalya di 24 saetên dawî de 15,200 pêketinên vîrusa korona hatine tespît kirin ku ew ji destpêka pandemîyê vir ve hejmara herî bilind e.

Li Îspanya hejmara pêketinên vîrusa korona 1 mîlyon derbaz kir ku ji welatên Ewrupa ew berê gêhişt wê hejmarê.

Welatên wek Fransa û Belçîka jiber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona bi şev qedexeya derketina derve ragihandine.

XS
SM
MD
LG