Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Michelle Obama: Ger Trump Jinûve Were Hilbijartin Ewê Rewişa Amerîka Xirabtir Bibe


Xanima Yekê ya berê Michelle Obama di civata Partîya Demokrat de, ku bi awayekî onlayn li dar dikeve, Serok Donald Trump rexne kir.

Michelle Obama dîyar kir ku ger Trump jinûve were hilbijartin ewê rewşa Amerîka xirabtir bibe.

‘’Trump ne li gor seroktîyê ye. Bo ew îspat bike ku dikare seroktîyê bike têra xwe dema wî hebû, lê nikaribû.’’ Michelle Obama got.

Xanim Obama da zanîn ku Joe Biden, ku cîgirê Serokê berê Barack Obama bû, dikare aborîya welêt jinûve xurt bike û yekîtîya Amerîkîyan çêke.

Wê dîyar kir ku Trump guh nedaye metirsîyên ku vîrusa korona çêkiriye û bal kişand ku bi mîlyonan kes bê kar mane û ew bo pêdivîyên bingehîn û kirayên xanîyan ketine têkoşînekê.

Michelle Obama got ku Joe Biden dostê wî ye û ew bi wî bawer e ku şewba vîrusa korona têk bibe û aborîyê topî ser hev bike.

XS
SM
MD
LG