Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dengekî Hêja li Enqerê: Hunermend Miço


Hunermend Miço bersîva pirsên Robîn Reşvan dide. Enqere, 2011

Hunermend Mustafa Çellîk anku bi navê xwe yê din, Miço hunermendekî serkeftî ye û ji salên dirêj vir ve hunera xwe pêşkêş dike.

Miço hunermendê herî pêşî ye ku li destpêka sala 1990'an li Enqerê, stranên xwe bi zimanê xwe yê dayikê strandine.

Hunermend Miço dibêje, berê Kurdî strandin pir dijwar û ew gelek rastî astengîyan dihatin. Lê, vê gavê rê li ber Kurdî vebûye û ew rastî probleman nayên.

Miço her wiha dibêje, niha gava stranvanek bixwaze li cîhekî bixebite, li wî dipirsin ku dikane bi Kurdî jî bistre yan ne.

Humermend Miço albûmeke nû amade kirîye û heta demeke nêzîk ev berhem digeheje hezkirîyên wî.

Miço klîbek ji strana xwe ya bi navê Evîndar im amade kirîye ku hun dikanin bi lînka jêrîn li vê klîbê temaşe bikin.

http://www.youtube.com/watch?v=7Q3zAYJf9DY

Hun her wiha dikanin bi lînka "Guhdarî Kirin" a jorîn guhdarîya hevpeyvîna bi Miço re û çend stranên wî bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG