Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mitsotakis: Divê Tirkîye Mijara Penaberan Neke Amûrê Fişarê


Serokwezîrê Yunanîstanê Kiryakos Mitsotakis got ku Tirkîye divê mijara penaberan neke amûrê fişarê.

Mitsotakis da xuyakirin ku Tirkîye bi Yekîtîya Ewrupa rerêkeftina penaberan îmza kirîye û divê li gorî peymanê tevbigere.

Wî dîyar kir ger Tirkîye mazûvanîya penaberan bike ew jibo alîkarîyê re amade ne. Lê divê di alîkarî çarçoveya guftûgoyên bi Yekîtîya Ewrupa re were kirin.

Serokomarê Tirkîye Recep Tayyîp Erdogan di daxuyanîyek de destnîşan kir bi êrîşên esmanî yên artêşa Surîye li ser Îdlîbê 80 hezar kes ber bi sînorê Tirkîyê ve direvin.

"Ger pêleke nû ya penaberan destpêbike,Yunanîstan û hemî dewletê Ewrupa dê di bandora wê de bîmîne. Eşkereye ku bi meblaxên biçûk pirsgirêkên penaberan çareser nabe" Erdogan gotibû.

XS
SM
MD
LG