Dengderên Amerîkî serê sibeya roja Sêşemê 3ê Mijdarê li gelek wîlayetan, dest bi dengdanê kirin, piştî ku bi mîlyonan dengderên din ku berîya roja hilbijartinê pêşwext dengên xwe dabûn.
Li eyaletên din jî navendên dengdanê li gor demên herêmî gav bi gav vedibin. Li gor bernameya eyaletan, heta nîvro bi dema rojhilatê Amerîkayê, ewê li her hemû 50 eyaletan û li Washington D.C. dest bi dengdanê hatibe kirin.
Ewê navendên dengdanê yên pêşîn demjimêr 6’ê êvarê bi dema rojhilatê Amerîkayê werin girtin.
Encamên hilbijartinên nîvdemî ewê dîyar bikin ka kîjan partî piranîya Kongresê bi dest bixe.
Di van hilbijartinan de, nûnerên tevahîya 435 kursîyên Civata Nûneran û yên 35 ji 100 kursîyên Civata Senatoyê wê nû werin hilbijartin.
Herwiha dengder li 36 eyaletan walîyan jî hildibijêrin.
Civata Nûneran
Civata Nûneran ji 435 endaman pêk tê. Hejmara nûnerên her eyaletê li gor nifûsa wê tê dîyar kirin û her endam her du salan carekê tê hilbijartin.
Meclîsa Nûneran û Senato bi hev re Kongresa Amerîkayê pêk tînin. Li gor Qesra Spî, Kongres xwediyê desthilata yekane ya derxistina qanûnên federal û ragihandina şer e.
Her du partîyên sereke, Komarî û Demokrat, dixwazin piranîya Kongresê bi dest bixin. Niha 218 nûnerên Komarî, 214 nûnerên Demokrat û nûnerekî Serbixwe hene.
Civata Senatoran
Civata Senatoran ji 100 endaman pêk tê û her wîlayetek bi du senatoran tê temsîl kirin. Senator ji bo 6 salan tên hilbijartin û her du salan carekê jibo nêzî sêyeka kursîyên Senatoyê tên hilbijartin.
Îsal, ji bilî 33 kursîyên ku heyama wan bi awayekî asayî diqede, ji bo du kursiyên din jî hilbijartinên taybet tên kirin. Bi vî awayî, dengder dê birbijêrên 35 kursîyan diyar bikin.
Niha li Senatoyê 53 Komarî, 45 Demokrat û 2 senatorên serbixwe hene.
Li gor Qesra Spî, Senato yekane hêz e ku dikare erkdarkiirnên serokê welat û peymanên navneteweyî bipejirine.
Senato herwiha berpirsên federal ên ku Meclîsa Nûneran di pêvajoya impeachment de tawanbar dibin, dadirizîne.
Hilbijartina Hakimên Wîlayetan
Dengder îro li 36 wîlayetên Amerîkayê hakim ango walîyan jî hildibijêrin.
Walî di asta eyaletê de berpirsên herî bilind ên desthilata cîbicîhkar in.
Li gor Komeleya Neteweyî ya Walîyan (NGA),walî bi gelemperî ji cîbicîhkirina qanûn û polîtîkayên wîlayetê, destnîşankirina karbidestên wîlayetê, pejirandina budceyên wîlayetê û rêvebirina rewşên awarte û karesatên herêmî berpirsîyar in.
Ew herwiha li ser navê wîlayetên xwe bi hikûmeta federal re têkiliyê didomînin.
Heyama erkê walîyan bi gelemperî çar sal in. Li wîlayeta New Hampshire û Vermont'ê ev heyam du sal in.