Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jinan Mora Xwe li Hilbjartinên Mîdterm yên Amerîka Xist


Di Hilbijartinên Mîdterm yên 6’ê Mijdarê cara pêşî nêzî 100 jin dikevin Civata Nûneran.

Ji endamên nû yên Civata Nûneran, du jin Demokratên Misilman in.

Ji her du jinên Misilman, yek Rashida Tlaib e û ji Michiganê hatiye hilbijartin, ya din jî Ilhan Omar e ku ji Minnesota dikeve Civata Nûneran.

Bi hilbijartina mîdterm, cara pêşî Amerîkîyên resen jî dikevin Kongresê. Ji New Mexico Deb Haaland û ji Kansasê Sharice Davids, li herêmên xwe bi ser ketin.

Ji herêma 14’yan ya New Yorkê jî, Alexendandria Ocasio-Cortes ya bi 29 salî ket Civata Nûneran û bûbû endama jin ya herî ciwan.

Ji eyalata Tennessee cara pêşî senatoreke jin hat hilbijartin û jinek cara pêşî bû walîya eyaleta Maine.

Li ber e ku Nancy Pelosî, ku yek ji sîyasetvanên herî bi bandor ya Demokratan e, di Civata Nûnerên ya nû de bibe rêbera piranîyê ku careke din ket destê Demokratan.

XS
SM
MD
LG