Bi dîyarbûna encamên hilbijartinên nîvdem ên Amerîkayê, îro Çarşemê ji çar alîyê cîhanê bertek û peyamên cuda têne dîyarkirin.
Hin serok, hikûmet û siyasetvanên biyanî encaman wekî daxwaza guhertinê dinirxînin, lê hin hikûmet balê dikşînin ser girîngîya domandina peywendîyên bi Washingtonê re.
Mijarên wekî piştgirîya Ukraynayê, şerê Îranê, bazirganî û lêçûna jiyanê di peyamên navneteweyî de derketin pêş.
Çîn: Hilbijartin Mijareke Navxweyî ye
Berdevka Wezareta Derve ya Çînê Mao Ning hilbijartinên nîvdem wekî mijareke navxweyî ya Amerîkayê pênase kir û peywendîya serokên herdu welatan bi bîr xist.
Wê di preskonferansa rojane de got ku Pekîn dixwaze bi Washingtonê re dîyalogê xurt bike, nakokîyan çareser bike û hevkarîyê berfireh bike.
Rûsya: Hêvîya Berdewamkirina Hewlên Trump
Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov got ku Moskow hêvî dike Donald Trump hewlên xwe yên jibo aştîyê bidomîne. Wî destnîşan kir ku Trump hîn wek serokê welat desthilatên xwe bi kar tîne.
Cîgirê wezîrê derve Sergei Ryabkov jî helwesta seroktîya Partîya Demokrat a dijî Rûsyayê pir neyînî nirxandin, lê bal kişand ku siyaseta Moskoyê bi guhertinên siyasî yên welatên din ve nayê diyarkirin.
Îran: Guhertina Partîyan wê Helwesta Washingtonê Naguherîne
Rêberê Bilind ê Îranê Mojtaba Xamineyî jî di peyameke nivîskî de ku li televîzyona dewletê hat xwendin, got ku guhertina partîya desthilatdar li Amerîkayê wê dijminatîya Washingtonê ya li hember Tehranê naguherîne.
Wî got kesên ku hêvî dikin ev helwest bi guhertinên siyasî an dayîna tawîzan biguhere, pir di şaşîyê de ne.
Serokê parlemana Îranê û danûstandinkarê sereke Mihemmed Baqir Qalibaf jî encam wekî peyameke dengderên Amerîkayê ya dijî şer nirxand.
Ewrupa: Ukrayna, Enerjîya Paqij û Xurtkirina Kanînên Xwe
Berpirsa siyaseta derve ya Yekîtîya Ewrupayê(YE) got ku dengderên Amerîkî biryara xwe eşkere kirine. Wê hêvîyên xwe anî ziman ku Kongresa nû piştgirîya Ukraynayê bidomîne û zextê li ser Rûsyayê zêde bike.
Cîgira seroka Parlemana Ewrupayê Christel Schaldemose jî got ku encam dikare ji bo Ukrayna, derbazbûna ber bi enerjîya paqij ve û peywendîyên navneteweyî sûdmend be. Lê wê destnîşan kir ku Ewrupa divê xwe xurtir bike û li ser lingên xwe bisekine.
Wezîra Derve ya Nemsayê Beate Meinl-Reisinger jî got ku ewlehî û bextewarîya Ewrupa divê bi awayê dengdana gelê Amerîkayê ve girêdayê nebin.
Wezîrê Derve yê Almanya Johann Wadephul jî got ku ew hêvîdar e ku piştî hilbijartinan, di Kongresê de her du partî li ser piştgiriya Ukraynayê bêtir hevbîr bin.
Wezîrê Derve yê Fransa, Jean-Noël Barrot got ku encamên hilbijartinê nayên rexnekirin û Trump bixwe jî serkeftina berçav a namzetên Demokrat pejirandiye. Wî helwesta Trump ji bo demokrasîya Amerîka mîna nûçeyeke pir baş nirxand.
Serokwezîrê Brîtanya Andy Burnham got ku encam derfetekê dide welatan ku li ser çareserkirina kêşeya lêçûna jiyanê bi hev re bixebitin. Wî çareserkirina şerên Rojhilata Navîn û Ukraynayê wekî mijarên ku divê bal li ser wan be destnîşan kir.
Serokwezîrê Spanya Pedro Sánchez got ku gelê Amerîkayê dijî siyasetên xizanker, nefret, zayendperestî û înkarkirina guhertina avûhewayê deng dane.
Serokwezîrê Norwêcê Jonas Gahr Støre got ku encam peyameke xurt e ku dengdêrên Amerîkî guhertinê dixwazin.
Li Yûnanistanê, berdevkê hikûmetê Pavlos Marinakis got ku peywendîyên Atîna û Washintonê, wek niha , ewê bi awayekî xurt bidomin û projeyên mezin û peymanên sereke jî berdewam bikin.
Keneda: Encam Helwesta Bazirganî Naguherînin
Di peyameke din de, Dominic LeBlanc, wezîrê Keneda yê berpirsê têkilîyên bazirganî yên bi Amerîka re, got ku encam wê helwesta Ottawayê di danûstandinên bazirganî de neguherîne.
Seroka Meksîkayê Claudia Sheinbaum jî di berteka xwe de got ku divê li bendê bimînin û bibînin encam dê çi bînin.
Japonya, Taywan û Afrîqaya Başûr
Berdevikê hikûmeta Japonya Minoru Kihara got ku, bêyî ku encam çi be, hevbendîya bi Amerîka re bingeha siyaseta derve û ewlehîya Tokyo ye û wê bi wî rengî jî bimîne.
Wezareta derve ya Taywanê jî destnîşan kir ku wê peywendîyên bi her du partîyên Amerîka, Komarî û Demokrat re biparêze û di warên ewlehî, bazirganî û teknolojiyê de hevkarîyê xûrtir bike.
Serokê Afrîqaya Başûr Cyril Ramaphosa encam bi hêvîya destpêkirina serdemeke nû di têkilîyên cîhanê de pîroz kirin.