Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokên Honduras û Guatemala ji bo Karwanê Koçberan Kom Dibin


Serokên Hoduras û Gualemala wê îro Şemiyê kom binin ji bo darêjtina stratejiyeka vegerandina karwanê hezaran koçber bo Hondurasê piştî serokê Amerîka Donald Trump huşdarî da ku pêwîste karwan bê rawestan berî bigihe Amerîka.

Rûberûbûnek di navbera koçberan û polîsê Meksîkî de berdewam e di demekê de ku ew li ser pireka sînorê Gualemal û Meksîkê dimînin.

Koçberan doh Înê sûra ku polîsê Meksîkî danîbû derbas kir.

Meksîk soz dabû Amerîka ku rê li karvanê koçberan bigre.

Serokê Meksîkê Enrique Pena Nieto doh Înê gotibû wê welatê wî rê nede ku kes bi awakî ne rewa derbasî Meksîk be.

Serokê Hodurasê Juan Orlando Hernandez di twîtekê de got wî û hevtayê xwe yê Guatîmalî Jimmy Morales doza şandina hêzeke sivîl kiriye ji bo alîkariya Hondurasê li ser sînor û ew li riyekê digerin ji bo vegerandina koçberan bo Hondurasê, cihê ku di destpêkê de koçber lê kom bûbûn.

Karwan nêzîkî 3,000 kes e. Hefteya borî ji Hondurasê derket û di nav daristanên Gualemala re derbas dibe da bigihe Meksîkê û dawiyê bigihe Amerîka.

Roja Pênşemê serokê Amerîka huşdarî dabû ku ewê hêzeke leşkerî bişîne ser sînor ji bo rêgirtina li koçberan.

XS
SM
MD
LG