Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koçberên Amerîka Hewil Didin bi Melevaniyê xwe Bigihînin Meksîkê


Hin koçberên Amerîka navendî yên li ser sînorê Guatemala û Meksîkê dorpêçkirî mayî, roja Şemiyê biryar dan ku bi melevaniyê derbasî welatê Meksîkê bin.

Hinên din pere dan qaçaxçiyan ku wan bi gemiyan di nav riyên metirsîdar re bigihînin.

Polîsê Meksîkî ew dîtin lê bi derdê jimara mezin a koçberên li ser pirê de ketibûn.

Serokê Amerîka Donald Trump huşdarî dabû ku pêwîste karwanê koçberan bê rawestandin. Karwan ji Hondurasê derket û niha li Guatemala ye.

Trump karwanê koçberan kiriye dozeke siyasî di hilbijartinên nîvdem ên Amerîka de.

Wî huşdarî da ku wê alîkariyên herêmî qut ke, sînorê Meksîkê bigre û hêza leşkerî li ser sînor belav ke eger Meksîk di rêgirtina li koçberan de têk biçe.

Rêxistina Xaça Sor, roja Şemiyê di daxuyaniyekê de got gelek kesên ku ew alîkariyan wan dikin ji ber germa zêde rastî nexweşiyên ziwabûn û zikêşê hatine û ji ber meşa zêde lingên wan birîn bûne.

XS
SM
MD
LG