Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji Peyama Mîhrab: Sûcê Min Kurdbûn e, Ez ê Heta ku Bijîm bi Kurdbûna Xwe Serbilind Bim

Iran -- Iranian Judiciary executed Mehrab Abdollahzadeh, who has been detained in relation with 2022 protests in Iran.
Iran -- Iranian Judiciary executed Mehrab Abdollahzadeh, who has been detained in relation with 2022 protests in Iran.

Mîhrab Ebdullazade, ciwanê Kurd ê ku roja Yekşemê li girtîgeha Urmiyê hate darvekirin, berê di destpêka vê salê de ji Zindana Navendî ya Urmiyê peyamek dengî şandibû. Di peyamê de, ew bêgunehiya xwe vedibêje û dide zanîn ku tenê sûcê wî Kurdbûn e. Ez ê heta ku bijîm bi Kurdbûna xwe serbilind bim.

Naveroka Peyama Ciwanê Kurd ê Cangorî:

Silav gelê Îranî, ez Mîhrab Ebdullazade me, ji Zindana Navendî ya Urmiyê. Dibe ku ev cara dawî be ku hûn dengê min dibihîzin.

Pasdarên Şoreşê di xwepêşandanên 2022an de li Urmiyê ez girtin. Dema ku ez hatim girtin, ez 25 salî bûm. Di destpêka girtina min de, ez bi zorê hatim îşkencekirim û di bin gefan de hatim dadgehkirin, ku kesekî bê tawan im.

Ti ji tohmetên ku wan paldane min ne rast in. Hem ew û hem jî xwedê dizanin ku ez bêguneh im.

Gelê Îranê yê hêja! Welatiyên min ên xemgîn! Dibe ku hûn nikaribin hestên min bizanin, an jî li ser tiştê ku min kişandiye bifikirin. 42 meh in Ez li jêr fermana darvekirinê de me. Cezayek ku keviran diek av. Kesekî ku li benda bicihanîna cezayê mirinê ye, her roj û her şev xeyal dike ku dibe ku niha gazî wî bikin û wî bibin darvekirinê. Dibe ku ew tenê piştî saet yekê şevê hinekî rihet bibe û bikaribe du an sê saetan razê.

Ji bo te pir zehmet e ku tu vê rewşê hîs bikî. Bi xwedê, ji bo meriv çêtir e ku li kolanan bimire ji bilî ku di 42 mehan de milyonek caran bimire û cardî vejî ve.

Îro dora min e û sibê dora kesekî din e. Dibe ku Dusibe jî dora yek ji xweştivîyên we be, xemsar nebin û bi asayî wernegirin, dengê min li seranserê cîhanê bidin bihîstin.

Kurdên serbilind! Hevwelatiyên min ên hêja! Sûcê min ê yekem Kurdbûna min e. Ez ê heta ku ez bijîm bi Kurdbûna xwe serbilind bim. Ez ji we pir çêtir dizanim ku we çi zehmetî kişandine. We her gav aliyê rastiyê girtiye.

Vê carê jî mafên min biparêzin, rê nedin neheqan ku benê darvekirinê li dora stûyê min bialînin û cergê dê û bavên min bişewitînin.

Rêxistinên Mafên Mirovan! Heta kengî hûn ê tenê nîgeraniya xwe nîşan bidin û van kiryaran şermezar bikin û wan wekî postek asayî nîşan bidin? Kengî ew ê bi rastî gav bavêjin û vê hemû zilm û neheqiyê rawestînin? Kengî ew ê mafên min ê bêtawanîyê biparêzin? Dengê min li seranserê cîhanê bidin bihîstin û vê carê îspat bikin ku hûn ne tenê diaxivin û kiryarên we hene.

Rêberê Îranê! Birêz Îjeyî (Serokê Dadweriya Îranê)! Çima qanûna li Urmiyê ji yên din yên li Îranê cuda ye? Çima ew li hember hemû zilm û zordariya li ser xelkê vê parêzgehê tê kirin bêdeng in? Bi rastî, li vir her roj sûc li dijî mirovan têne kirin. Ji bo min û kesên mîna min pir hêsan e ku werin dadgehkirin û hîn hêsantir jî werin cezakirin. Bi van cezayan, jiyana gelek malbatan tê wêrankirin.

Pirsa yekem ku ji we tê pirsîn ev e ku hûn Kurd in an Tirk in. Ji ber ku em Kurd in, em wekî sûcdar têne hesibandin.

Dema ku ez zarok bûm, min gotina, "Bêguneh diçe jêr benê darvekirinê, lê nayê îdamkirin." Mixabin, gelek mirovên bêguneh li Zindana Navendî ya Urmiyê hatin darvekirin.

Eger hûn bi rastî baweriya xwe bi dadwerîyê tînin û xema xelkê welêt dixwin, dadwerîyê bidin kesên rast. Ger min sûcek kiribe, ez amade me ku li ber çavên xelkê bêm darvekirin.

Spayê Pasdaran yên Urmiyê! Wekî ku hûn dizanin, ez bi tevahî bêguneh im û malbata gilîkar bawer dike ku ez bêguneh im. Lê dîsa jî malbata min çend caran serdana wan kiriye da ku ji bo tiştekî ku ez pê re ne girêdayî me, tenê ji bo ku vî benî ji stûyê min derxînin, min bibaxşînin. Malbata gilîkar bi devkî qebûl kiriye ku wan ez efû kirim e, lê li pişt perdê Pasdarên Şoreşê yên Urmiyê rê li ber wan digirin û ew neçar in ku li min xweşnebin.

Çi dijminatiya we li hember min heye? Çima we ev doz bi hêsanî ji bo min çêkir? We nehişt ku min dadghekirinek dadwerane hebe. We di dozekê de ku tu delîl, vîdyo an wêneyek min jî tune ye. Ji ber ku sûcdar reviyane, we ez kirim qurbana bûyerê.

Dê û bavên min ên hêja! Bira û xwişkên min ên hêja! We gelek erk ji bo min kişandine. We di van çar salan de rojek bextewar nedîtiye. Ez serbilind im ku ez bêguneh im. Serbilind bin ji ber ku hûn ji kesî şerm nakin. Ji ber ku min zirar nedaye kesî, min jiyana kesî xera nekiriye, ez bi wêrekî jiya me. Ez ji we hemûyan hez dikim û ciyê we di nîva dilê min de ne.

Pirsekê arasteyî hemî xelkê cîhanê dikim! Çawa kesek ku destdirêjya seksî li keça xwe kiriye û dûv re kuştiye, ji ber belavkirina gendeliyê li ser rûyê erdê nayê cezakirin? Lê ez, Mîhrabê 25 salî, ku du deqîqe dûrî malê ez di dikanê de hatim girtin, niha bi "belavkirina gendeliyê li ser rûyê erdê" têm cezakirin û mafê mirinê li min hat birîn. Ma ev dadwerîye?

Gotinên min ên dawîn! Ez bêguneh im. Wan doz ji bo min vekirine. Dengê min bin û dengê min li çaraliyê cîhanê bidin bihîstin. Ger mirina min hemû pirsgirêkên we çareser bike, ger jiyana we bextewar be, ez dixwazim bimrim.

Dengê Ciwanê Kurd Mîhrab Ebullahzade ji Zîndana Navnedî ya Ormîyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:25 0:00
This item is part of
XS
SM
MD
LG