Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Tirkîyê Çi Bandor li Siberoja Bakur û Rojhilata Sûrîyê Dikin?


Ev bûye çend roj ku artêşa Tirkîyê li seranserê herêma bakur û rojhilata Sûrîyê êrîşên esmanî bi balafirên cengê û dronan pêk tîne.

Di van êrîşan de zîyanên mezin di binezasîya aborî de çêbûne, bi taybet çavkanîyên enerjîyê weke zevîyên petrol û gaze, stasyonên elketrîkê, herwiha aş û embarên daxilûdanan.

Herwiha xal û rêbendên hêzên ewlekarîya hundirîn û mal û milkê sivîlan jî hatine armanc kirin.

Ev ne cara yekê ye ku êrîşên Tirkîyê li dijî herêma Kurdên Sûrîyê pêk tên. Artêşa Tirk di Mijdara sala 2022’an û Cotmeh û Berfanbara sala 2023’an de, dîsa êrîşên berfireh anîbûn ser binesazîya aborî û dezgehên jîyanî li herêma bakur û rojhilata Sûrîyê.

Jibo gotûbêjkirina van êrîşan, sedemên wan û armanca Tirkîyê jê, zarar û encamên jiber ketine li ser erdê, herwiha helwestên sîyasî û leşkerî yên alîyên peywendîdar, bernameya Mijara Rojê mêvandarîyê Hesen Koçer, Cîgirê Hevserokatîya Meclîsa Cîbicîkar di Revebirîya Xweser de, dike.

Di beşê duyê yê bernameyê de, aborîzan Çeleng Omer behsa derencamên aborî yên van êrîşan dike.

NR_ 01_16_2024_Mijara_Roje
please wait

No media source currently available

0:00 0:49:18 0:00
XS
SM
MD
LG