Balyozê Amerîkayê li Îsraîlê Mike Huckabee roja Şemiyê ji Newsmaxê re got, Komara Îslamî hewce ye bizanibe ku serok Donald Trump hem di danûstandinan de û hem jî di karanîna hêzê de cidî ye, û hişyarî da ku "Dibe ev şer tekane rê be ku Komara Îslamî bizane ka em çiqas cidî ne."
Huckabee ser bijardeyan got, "Ez hêvî dikim ku Komara Îslamî serok cidî bigire." Wî got, "Divê ew guh bidin serok Trump."
Wî got, "Ez bawer nakim ku ser karê havîna borî hatî encamdan poşman bûbin," amjedan bi "Operasyona Çakoçê nîvê şevê" da û got jî "serok Trump firokeyên B-2 hinartine herêmê".
Şertên Washington bo Peymana bi Îranê re
Di heman hevpeyvînê de, Huckabee da zanîn ku ew bawer dike ku serok Trump dixwaze rejîma Îranê dev ji armancên xwe yên nuklerî û dewlemendkirina uranyûmê berde, û her weha dest ji cebilxaneya xwe ya mezin a mûşekên balîstîk berde.
Wî her wiha got ku heke Komara Îslamî rêya dîplomatîk a ji bo peymanekê red bike, hemî bijarde li ser maseyê li dijî Tehranê hene.
Ser pirsa Newsmax, dema ji wî pirsî gelo Trump dê hewl bide Komara Îslamî bîne ser maseya danûstandinan dema ku bikaranîna hêzê wekî çareya dawî dihêle? Huckabee got bê guman wiha ye ku serok dixwaze çareseriyek aştiyane bibîne.
Hebûna leşkerî ya Amerîkî li herêmê zêde dibe
Balyozê Amerîkî li Îsraîlê got, "Binêrin ka çiqas çek û alavên leşkerî bo herêmê hatine veguhastin; ev mezintirîn bicihkirina leşkerî ye ji sala 2003an ve." Reuters hebûna leşkerî a niha wekî asta amadekariyên leşkerî yên sala 2003ê bi nav dike.
Huckabee ji Newsmax re got, "Em dikarin vê yekê bi aştiyane bidawî bikin, an ew ê bi tiştekî ku naxwazin were kirin re rû bi rû bimînin."
Li gorî Newsmax, ji bilî balafirên şer ên Amerîkî yên li herêmê, zêdetirî 60 balafirên êrîşkar gihîştine bingeheke Amerîkî li Urdunê, û di rojên dawî de herî kêm 68 balafirên barhilgir jî gihîştine.
Amajedan bi guhertina rejîma Îranê
Huckabee dibêje, "herî dawî, bidawîhatina rejîma Îranê tê wateya ji nû ve rêkûpêkîyek tevahî û astek aştîyê li Rojhilata Navîn ku me ji salên heftêyan yên sedsala borî ve, ne dîtîye."
Tê çaverêkrin ku serok Donald Trump roja Sêşemê di gotarek televîzyonî ya neteweyî de pêşînîyên siyaseta xwe eşkere bike.
Mike Huckabee: Dibe ku Komara Îslamî Tenê Zimanê Şer Dizane