Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mike Johnson: Operasyona Li Dijî Îranê Hevseng û Sînordar e

Serokê Encûmena Nûneran Mike Johnson
Serokê Encûmena Nûneran Mike Johnson

Serokê Encûmena Nûneran Mike Johnson, ser operasyona hêzên Amerîkayê ya bersivdan û berevanîyê li dijî Îranê daxuyaniyek da û got ku berî hêzên Amerîkî dest bi êrîşên ku wek operasyonên xweparastin û bersivdanê li dijî Îranê hatin binavkirin bikin, ew li Odeya Operastyonan a Koşka Spî bi Serok Donald Trump û karbidestên din yên paybilind re amade bû.

Johnson di daxuyaniya xwe de got ku operasyon "destnîşankirî û sînordar e," û armanca êrîşan "wêrankirina radar, sîstema mûşekan û navendên fermandarî û kontrolê yên Îranê ye."

Li gorî Johnson, ev çalakî wek bersivek bi armanca astengkirina metirsiyên ewlehiyê û berevanîya hêz û berjewendiyên Amerîkî hate pêkanîn.

Wî herwiha destnîşan kir ku operasyon ne beşek ji şerek berfireh e û ne jî armanca wê guhertina rejîmê ye.

Johnson di daxuyaniya xwe de ku ji alîyê Fox News ve hatîye weşandin got, " îro sibê me çend demjimêr li Odeya Operasyonan a Koşka Spî derbas kirin. Cîgirê serok li wir bû. Wezîrê Derve, Wezîrê Cengê, rêveberê CIA û yên din. Em bi serok re bûn, û em li ser Îran û hejmarek mijarên din axivîn."

Ji hejî gotinê ye ku Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku îro di demjimêr 5:00 êvarê de li gor dema Rojhilatê Amerîkayê (ET), li ser fermana Serfermandarê Giştî, dest bi operasyonên êrîşên parastin û bersivdanê li dijî Îranê hatin encamdan.

This item is part of
XS
SM
MD
LG