Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pence: Brunson Derhal Neyê Berdan Tirkiye Dê Rastî Sizayên Tûnd Bihê


Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence

Berpirsên Amerîkî dibêjin, eger Tirkiye qeşe Andrew Brunson serbest ber nede, ku ev du salin li Tikiyê girtîye, dê sizayên tûnd bêxin ser Tirkiyê.

Mike Pence, Cîgirê Serokê Amerîka, roja Pêncşemê di axiftineke xwe de ya ku li avahiyê Wezareta Derve ya Amerîka di Hilcivîna azadiya olan de pêşkeş kirî got"eger derhal Tirkiye bizavê neke ku wî kesê bê tawan û bawermend serbest ber nede û ne şînin welatê wî, Amerîka dê sizayên tûnd dane ser Tirkiyê û dê bimînin, heta ku, qeşe Andrew Brunson serbes tê berdan".

Pence herwiha got, yan qeşe Andrew Brunson derhal berdin, yan jî xwe ji bo sizayên tûnd amade bikin.

Wek tê zanîn qeşe Andrew Brunson ev du salin li Tirkiyê, bi tawana têkiliya bi terorê û ajantiyê re, li Tikiye hatiye girtin, doh mediya Tirkiî dabû ragihandin ku Andrew Brunson dê ji girtîgehê veguhêzin girtina di male de. Lê berpirsên Amerîkî helwesta Tirkiyê tûnd rexne kir bû.

XS
SM
MD
LG