Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo Daxwaza Yekgirtina Kendavê û Tundkirina Sizayên Ser Îranê Dike


Mike Pompeo, ligel wezîrê derve yê Erebistana Saûdî, Adel Al-Jubeir li Riyadh

Piştî civînên li Bruksel yên wezîrên derve yên endamên NATO, Mike Pompeo, wezîrê derve yê nû yê Amerîka, bi seredanek kurt çû Erebistana Saûdî.

Li Riyad paytexta Saûdî Pompeo daxwaz ji welatên Kendavê kir da ku yek bigrin û li hember gefên Îranê xwe bihêz bikin.

Brian Hook, şêwirmendê di asta bilind de ku, di geşta Rojhilata Navîn de, bi Mike Pompeo re ye, li Riyad bang li hemû welatan kir li seranserî cîhanê da ku li hember Îranê rawestin û sizayan ser bernamê wê yê mûşekan tund bikin.

"Em daxwazê ji hemû welatan dikîn li seranserî cîhanê ku beşdariyê di sizyaên ser bernamê mûşekên Îranê de bikin û vê daxwazê ciyekî berfireh girt di danûstendinên li gel Ewrupa de" Brian Hook, ev yek ji Riyad ragihande raya giştî.

Pompeo, di seredana Sê rojî ya Rojhilata Navên de, dê seredana Sê welatan bike, sizayên ser Îranê armanca pêşîn ya yekemîn geşta Mike Pompeo ye, piştî weke wezîrê derve yê Amerîka hat wezîfedar kirin, di seredana xwe ya li Bruksel qesta Rojhilata Navîn kir, ji Erebistana Saûdî Pompeo dê seredana Îsrailê û Urdonê jî bike.

Roja Înê Pompeo got bû, heta nihe serok Trump biryara derketina ji pêkhatina navokî ya ligel Îranê nedaye, herwiha got, danûstendinên derbarê vê mijarê de tên berdewam kirin.

XS
SM
MD
LG