Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka bi Awakî Demkî Cihê Dîplomatên Xwe li Îraqê Diguhere


 Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo

Wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo roja Înê got Amerîka biryar da ku cihê dîplomatên xwe li Îraqê bi awakî demkî biguhere,bi sedema bilindbûna gefan li ser cihên wan ji aliyê Hêza Quds a Nobedarên Şoreşgerî yên Îranê ve li Îraqê.

Pompeo di daxuyaniyeke nivîskî de got:

“ ji ber bilindbûna gef û gurbûna hestê pêkanîna êrîşan li dijî kesayetî û bingehên me li Îraqê, min fermana guhertina demkî ya cihê dîplomatên me li Îraqê da.”

Pompeo huşdarî da Îranê li dor her êrîşekê dijî bingehên dîplomatîk ên Amerîka li herêmê.

Di demekê de ku Îraq hewil dide hikûmeteke nû damezrîne, hin şareza û endamên encûmena niwêneran a Amerîka xemên xwe anîn ziman.

Îran û milîtanên girêdayî wê li Îraqê ne tenê wê serdest bin di hikûmeta nû ya Îraqê de, lê wê alavên leşkerî yên Amerîka jî bigihin nav destê wan.

XS
SM
MD
LG