Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîgirê Serok Pence ligel Serokwezîrê Tirkîyê Yildirim Dicive


Pence û Yildirim di kombûna NATO de li Almanya (Arşîv)
Pence û Yildirim di kombûna NATO de li Almanya (Arşîv)

Cîgirê Serokê Amerîka Mark Pence îro bi Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim re li Qesra Sipî hevdîtinekê dike.

Di hevdîtinê de mijara kêşeya dayîna vîzayan ya navbera her du alîyan cîhekî girîng digire û Yildirim dê hewil bide ku ew yek çareser be.

Li gor jêderên agahdar, babetên wek radestkirina Fetullah Gulen, ku Enqere wek plandanerê darbeya leşkerî ya sala borî dibîne, doza karsazê Turk yê bi eslê xwe Îranî Reza Zerrab û piştgirêya berdewam ya Amerîka ji YPG re, hene.

Di civînê de Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Enerjî û Çavkanîyên Xwezayî Berat Albayrak jî cîh digirin.

XS
SM
MD
LG