Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Bi Hatina Berpirsên Mîlîşya, Rejîm Rêya Şam û Dêrezorê Tund Dike


Arşîv
Arşîv

Çavêriya Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR), roja Sêşemê ragihand ku danê sibê, rejîma Sûrî rêya navdewletî di navbera parêzgeha Dêrezorê û Dîmeşqê de tund kirîye, hêzeke ewlekarî û leşkerî li ser rê danîne û kontroleke ewlekarî berfereh û tund jibo wan otombîlan tê kirin yên ku li ser rê derbaz dibin.

SOHR dide zanînin ku bi hatina berpirsên mîlîşyan konvoyên otombîlên çekdaran bi dirêjahiya rê hatine bicikirin, ku dibe berpirs û kesayetiyên serekî yên mîlîşyan bo deverê û herêma Dêrezor ya li jêr kontrola rejîmê tên şandin.

Rê bi giştî ji aliyê hêzên rejîmê û milîsên Îranê ve hatiye kontrolkirin, bêyî ku sedemeke zelal hebe.

Di 9ê Mijdarê de, SOHR ragihand ku neh kes, di nav wan de herî kêm sê Sûrî, ku bi Îraniyan re kar dikin hatine kuştin, di êrîşên esmanî yên Amerîkî de bo ser baregehên leşkerî û depoyek çekan li Kolana Pûr Seîd, li kêleka firin (nanpêjiya) otomatîkî li bajarê Dêrazorê.

Jiber ku di êrîşê de hin kes birîna wan girane, dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe, herwiha di encama êrîşan de çek û cebilxane jî hatbûn jinavbirin.

XS
SM
MD
LG